İngilizce türkçe kürtçe
Di sala 1974’an de li günde Male Demo, gundekî giredayî navçeya Erxeniya Amede ye, hatiye dine. Dibistana seretayî li günde xwe xwendiye û di sala 1985’an de jî qedandiye. Di sala 1988’an de ji Dibistana Navîn a Erxeniye û di sala 1991’an de jî ji Lîseya Erxeniye mezun bûye. Meha hezîrana 1995’an de li Zanîngeha Dîcleye beşa mamostetiya kîmyaye xelas kiriye. Meha îlona 1995’an de li Lîseya Lîceye dest bi mamostetiya kîmyaye û dîsa meha îlona 1995’an de li Zanîngeha Dîcleye dest bi lisansa bilind kiriye. Li Lîseya Lîceye deh meh mamostetiya kîmyaye kiriye. Meha adara 1996’an de bûye erkdare lekolîne û meha tîrmeha 1996’an de jî derbaze Zanîngeha Dîcleye bûye. Di sala 1997’an de lîsansa bilind û di sala 2001 ‘an de jî doktora xelas kiriye. Di sala 2005’an de bûye alîkare doçent û di sala 2011’an de jî bûye doçent. Erka xwe ya li Zanîngeha Dîcleye didomîne.
Reviews
Filtreleri temizleThere are no reviews yet.